Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan jiber Zêdebûna Pêketinên Korona Cara Duyê Karantîna Giştî Radigihîne


Yunanistan dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona cara duyê bo seranserê welêt karantîn ragihîne.

Serokwezîrê Yunanistanê Kryiakos Mitsotakis îro Pêncşemê tedbîrên nû yên dijî vîrusa korona eşkere kirin.

Mitsotakis dîyar kir ku ew ji meha Adarê vir ve cara duyê karantîna li seranserê welêt radigihînin û da zanîn ku ew karantîn dê roja Şemîyê di saet 06:00 de destpê bike.

Karantîna nû dê heta 30’yê Mijdarê bidome û bi tenê dermanxane û dikanên pedivîyên serek difiroşin dê vekirî bin.

Li dibistan û zanîngehan dê perwerdeya onlayn destpê bike û li pêşdibistanan jî dê perwerdeya rûbirû bidome.

Bi tedbîrên nû ji hemwelatîyan tê xwestin ku berî ew ji malê derkevin bi peyameke kin berpirsan agahdar bikin.

XS
SM
MD
LG