Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistanê Sê Roj Şîn Ragihand


Li Matî ya li rojhilata Atîna ya paytaxta Yunanistanê, di şewatên daristanan de bi kêmî ve 74 kes jîyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras dîyar kir ku welatê wî di trajedîyeke mezin re derbaz dibe.

Li Yunanistanê bo sê roj şîn hat ragihandin.

Karbidestên agirkujîyê dîyar dikin ku hin kes tevî ku nêzî deryayê bûne, rêka xelasîya ji êgir nedîtine.

Karbidestên ewlekarîyê bi qasî 700 kesên xwe avêtibûn beravê filitandin. Ji deryayê jî 19 kes hatin xelas kirin û 6 term hatin derxistin.

Berpirsên Yunanistanê dîyar dikin ku dibe ku hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.

Çend kes wenda ne hîn eşkere nebûye. Di şewatan de bi qasî 100 kes birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG