Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan û Tirkîyê Dixwazin Cûdabîrîyên Xwe Kêmtir Bikin


 Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu û hevta yê wî yê Yunanî Nikos Dendias
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu û hevta yê wî yê Yunanî Nikos Dendias

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu û hevta yê wî yê Yunanî Nikos Dendias îro di derbarê serdana Cavuşoglu li paytext Atîna preskonferansek li dar xist.

Yunanistan û Tirkîyê soz da ku alozîyên ku di navbera her du wezîran de li pêş bîragiştî bi rengekî tund hatibû ragihandin, nerm bikin.

Hevdem, wan dîyar kir ku di hilcivîna NATO'yê ya Hezîranê de, ewê di navbera Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis de civîneke pêk were.

Du hevrikên dîrokî ser gelek mijaran yên wek serwerîya li rojhilata Deryaya Sipî, keştîyên koçberan û statuya Qibrisê û yên din de lihev nakin.

Di navbera her du welatan de sala borî xeterîya şerê çekdarî derketibû lê, niha hewl didin ku alozîyan kêm bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias destnîşan kir ku ew

bi tevahî haydarin ku di hin mijarên pir cidî de cûdahîyên wan hene û ew xwedîyê helwestên rêkbirên.

"Armanca civîna îro hewildana pêvajoyek destpêkî ya danûstandinan bû û heke mimkin be, di nava demê de gav bi gav normalkirina rewşê bû," Dendias got.

Her du welatan, di derbarê statuya hindikahîya Misilman ya li Yunanistanê, heya roja Yekşemê, daxuyanîyên beravajî yên tund radigihandin.

Cavuşoglu û Dendias di preskonferansa îro de hewl dan ku ji niqaşa vekirî ya ser serwerîyê ya di civîna meha borî li Enqereyê derket holê, dûr bisekinin.

Çavuşoglu got ku Tirkîyê dixwaze bi Yunanistanê re têkiliyên aborî baştir bike û destnîşan kir ku di warên ji veguhastinê bigire heya enerjîyê, jîngehê, turîzm û bazirganîyê bi tevahî ser 25 mijaran gavên berbiçav hatine avêtin.

Hevdem, Cavusoglu dîyar kir ku wan biryar girtiye ku sertîfîkayên vaksînlêdana yên COVID-19 hevdu nas bikin da ku rêwîtîya di navbera her du welatan de were kirin.

"Ez dixwazim bêjim ku, wek Tirkîyê, vîna me jibo van kiryaran heye û ez kêfxweş im ku heman vînê ji Yunanistanê jî dibînim," Cavusoglu got.

Wî got Erdogan û Mitsotakis plan dikin ku di hilcivîna NATO'yê ya li Brukselê di 14'ê Hezîranê de bicivin.

XS
SM
MD
LG