Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Yunanistanê bo Tirkîye Leşkerên Yunan Berde Protestoyek Kir


Bi hezaran kesên li bakurê Yunanîstanê kom bûn, bo Tirkîye du leşkerên Yunan yên girtî berde protestoyek li dar xistin.

Du leşkerên Yunan, di 1’ê Adarê de dema derbazî axa Tirkîyê bûbûn hatibûn desteser kirin û piştî dadgehê hatibûn girtin.

AFP’ê da zanîn ku li Orestiada, ku nêzî sînorê Tirkîyê ye, 3000 kesên di nav wan de leşkerên kevn û berpirsên dêran hebûn kom bûn.

Berdevkê Hikûmeta Yunanîstanê Dimitris Tzanakopulos dîyar kir ku bo leşker werin berdan hewildanên wan yên dîplomatîk didomin.

Leşkerên Yunan dabû zanîn ku jiber berf û mijê wenda bûne û ew ‘’ne sîxur’’ in.

XS
SM
MD
LG