Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yunanistanê Dijî Karanîna Vaksîna Korona Protesto Çêdibin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku roja Çarşemê li Atîna ya Yunanistanê dijî vaksînên vîrusa korona protesto li dar ketine.

Polîsên Yunanistanê bo xwenîşanderan belav bikin gaza rondikrêj û ava bi şid bikar anîne.

Bi qasî 1500 kes beşdarî protestoyên li ber parlamanê bûne.

Hefteya borî jî dijî vaksînan mîtîng çêbûbû û pirtir ji 5000 kesan beşdar bûbûn.

Hikûmeta Yunanistanê vê mehê bo karmendên saxlemîyê karanîna vaksînê mecbûr kiribû û li wî welatî protesto destpê kiribûn.

Ew hikûmet dibe ku di demên pêş de bo mamosteyan jî karanîna vaksînê mecbûr bike.

Li Yunanistanê di demên dawî de pêketinên nû yên vîrusa korona zêde dibin.

Karbidestên saxlemîyê didin zanîn ku roja Çarşemê bi qasî 3000 kes bi vîrusa korona ketine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Yunanistanê 466,441 kes bi vîrusa korona ketine û 12,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG