Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Tirkîye û Yunanistanê Dîsa Bilind Dibe


Hêzên çekdar yên Yunanistanê li rojhilata Derya Ege jiber ku girjeya bi Tirkîyê re zêde dibe, di rewşa hişyarî de ne.

Karbidestên Yunanî jî daxuyanîyên seroktîya Tirkîyê wek provakasyon bi nav dikin û bertek nîşan didin.

Jêderên payebilind yên Wezareta Berevanîyê ya Yunanistanê dibêjin ku îstixbarata leşkerî ku wan berhev kiriye, dikare Yunanistan û Tirkîyê dikare bixe rewşeke dijwartir.

Pispor jî bal dikşînin ser dema mezinbûna alozîya di navbera her du welatan, dema ku her du endamên NATO'yê ser serwerîya mafên derxistina petrol û gazê li heremên kêşebar yên Derya Ege û Derya Sipî hevrikîyê dikin.

Di navbera Tirkîyê û Yunanistanê de gelek mijarên bi pirsgirêk hene:

Çavkanî dîyar dikin ku krîzeke dibe ku di pêlên penaberan ji Tirkîyê de ji nişkeve zêdebûneke derxîne holê, yan jî li cîhên dûr yên giravên Derya Ege, giravên ku Tirkîye bêçekbûnê dixwaze, şewatên neçaverênekirî derkevin.

Hin pisporên ewlekarîyê dibêjin ku her çend kiryarên vê dawîyê yên Tirkîyê cidî ne lê ne pêkan e pevçûneke çekdarî pêk were.

Generalê karkenar Leonidas Tzoumis ju VOA re got ku wê pevçûnek leşkerî bibe sedema hindahîyên her du welatan jî , lê wî hevdem hişyarî da ku kiryarên Tirkîyê dibe ku bibe sedema hesabeke xelet.

Tzoumis dibêje ku ku jiber vê perspektîfê, hişyarîya zêde ya hêzên çekdar yên Yunanistanê tê dîtin.

Wî tevgerên Tirkîyê wek lîstikên klasîk bi nav kir û got ku Yunanistan bi 'lîstika klasîk ya Tirkan ya zêdekirina alozîyan ya kontrolkirî' re rûbirû ye.

Yek ji provokasyonên dubare yên ku dikare bibe sedema bûyerek têra xwe cidî ku di dawiyê de Yunanistanê neçar bike ku ser mijarên mîna Derya Ege û mafên serwerîyê danûstandinan bike; yên ku Yunanistan nîqaşa wan red dike û li gor Tzoumis ew naxwaze dev ji santîmeke jî berde.

Yunanistan û Tirkîye bi dehsalane ku ser serwerîya mafên Ege û rojhilata Derya Sipî lihev nakin.

Her du welat hevdem ser çekan pêşbazîyeke tund dimeşînin ku li gor endamên din yên NATO'yê, di warê berîvanîyê herî zêde de dirav xerc dikin.

Tirkîye di nava hevpeymanîya NATO'yê de xwedîyê artêşa herî mezin ya duyê ye.

Ji alîyê din ve bêdilbûna Amerîka rê li Enqerê digre ku beşeke nû ya firokên şer yên F-16 yên Amerîkî bidest bixe, yên ku ew dibêje ku bo têkbirina cudaxwazên Kurd yên li bakurê wê, pêwîst in.

Hin karbidestên Amerîka û Rojavayî Ewrupa rojavayî fikarên xwe anîne ziman ku Tirkîye ya ku jinûve biçekkirî dibe ku ser Yunanîstan û welatên din yên li herêmê tehdîteke ava bike.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû ku ew hemû pêwendiya xwe bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re qut dike, jiber axaftina wî ya li Kongresa Amerîkî re.

Erdogan îdia kir ku Mitsotakis ji Kongresa Amerîkî daxwaz kiriye ku rê li ber firotina F-35'an ya bo Tirkîyê were girtin.

Mitsotakis herwiha di serdana xwe ya di Washingtonê de bo balafirên şer yên F-35 peymaneke îmza kir, ya ku hêvîyên kêmkirina alozîyên di têkilîyên bi Tirkîyê re têk bir.

Hejayê gotinê ye ku Mitsotakis û Erdogan di Adarê de hevbîr bûbûn ku ya wê ji "provokasyonan" dûr bisekinin, dema ku şerê li Ukrayna giran dibe.

Tirkîye ji wê demê vir ve gelek caran kiryarên ku bi gotina karbidestên Yunanî zêdebûneke nedîtî binpêkirina qada hewayî ya Yunanîstanê pêk anî.

Herwiha, herikîna penaberan jî dîsa zêde dibe. Tirkîyê herî dawî keştîyeke keşfê şand Derya Egeyê.

Enqere vê hefteyê bi eşkereyî serwerîya Yunanistanê ya ser 23 giravan kir rojevê yên ku gelek ji wan niştecîhî ne û hin ji wan cihên geştyarî yên ji hêla Amerîkî û Ewrupî ve têne tercîh kirin.

Mîtsotakis hişyarî dide ku her tehdîteke cidî ya Tirkîyê wê bê bersîv nemîne.

Ew bi armanca bidestxistina piştgirîyê bi serokên sereke yên Ewrupî re hevdîtinan dike, raporta îstîxbarata bi fîkar û lîsteyeke tiştên ku Yunanistan wek provokasyonên Tirkîyê dibîne, pêşkêşî wan dike.

"Em ne bi nirxandina kiryarên Tirkîyê re eleqedar in, ne jî emê bikevin nava lîstika gotarên şerker. Provokasyonên Tirkîyê nayên qebûl kirin, bi taybet ji welatekî ku dibêje ew dixwaze bibe endamê Yekîtîya Ewrupa. Ezê ji YE daxwaz bikim ku di hilcivîna di dawîya Hezîranê de dijî Tirkîyê protestoyeke tund nîşan bide," Mitsotakis roja Sêşemê got.

Karbidestên leşkerî hişyar dikin ku heta wê demê, hêzên çekdar yên Yunanistanê wê di helwesta hişyarîyê de bimînin.

XS
SM
MD
LG