Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Peymana Nûjenkirina Firokên F16 bi Amerîka re Erê Dike


Serok Trump û Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras

Şemiyê, hikumeta Athina peymana nûjenkitrina firokên cengê yên ji cûrê F16 li gel Amerîka erê kir, bohayê wê peymanê 1.2 mîlyar Euro ne.

Serok hikumetê Yunanistanê, Alexis Tsipras, li bere meha 10an ya îsal seredana Amerîka bike û li Qesra Spî civînan encam bide.

Herçende welatê Yunanê çend sale rastî kirîza aborî hatî, lê hikumet dibêje, ev peyman bandorê li ser plana siberoja aborî ya welatê wan nake.

Ofîsa Serokwezîrê Yunanistanê di daxuyaniyekê de gotiye, komîta civata hikumetê ya têkiliyên derve û ya berevaniyê bi serokatiya serokwezîr, roja Şemiyê di civînek taybet de, peymana nêjenkirina firokan bi Amerîka re erê kiriye.

Li gor peymanê dehan firokên F16 yên artêşa Yunanê dê ji aliyê Amerîka êne nûjen kirin.

XS
SM
MD
LG