Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sernivîskarê malpera www.kurdistan.ru û pisporê sîyasetê Yûra Nebîev, li derheqa peqînên vê dawîyê li Rûsyayê xeber dide û qala nêrîna civata Rûsî dike.
Birêz Nebîev dibêje, mîlatanên Çeçenî berê êrîşên xwekuj li Moskow hilnedan ser xwe, lê paşe berpirsîya wan bi stûya xwe ve girtin. Nebîev dibêje, Çeçenî ragihandine ku jibo tolhildanê wan êrîşan pêk anîne.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.