Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesûkarên Zîndaniyên Devera Behdînan li Hewlêr Tên Desteserkirin


Polîsê Hewlêr
Polîsê Hewlêr

Hejmarek ji kesûkarên Rojnamevan, çalakvanên sivîl û mamosteyên devera Behdînan yên ku saziyên ewlekariyê ew girtine û dixwestin li hember avahiyê Netewên Yekbûyî li Hewlêr mîtîngeke protestoyî encam bidin û daxwaza azad kirina wan çalkavanan bikin, lê ew dibêjin, rê li hember wan hat girtin û beşek ji wan hatine desteser kirin.

Zêdan Zêbarî, birayê rojnamevanê girtî Guhdar Zêbarî gote Dengê Amerîka "Îro em weke kesûkarên zîndaniyan, me plan kirbû ku li hember avahiyê Netrwên Yekbûyî û avahiyê parlemena Herêma Kurdistanê kom bibîn, lê mixabin xala ewlekarî ya Çeme, nehişt em herin Hewlêr, di heman demê de em vegerandin, lê hejmarek din ji kesûkarên zîndaniyan xwe gihandbûn ber deriyê Netewên Yekbûyî, lê mixabin di heman demê de ew kes ji aliyê hêzên ewlkearîyê ve hatine destser kirin, bi ti şêweyan nehişt dengê xwe bigehînin NY û parlemenê, heta niha hejmarek ji kesûkarên zîndaniyên Duhok, Zaxo, Akrê nehatine azad kirin û di nav de jin û zarok jî hene".

Duhok Xwepêşandan
Duhok Xwepêşandan

Dengê Amerîka têkilî bi saziyên ewlekarî û polîsan re danî, da ku derbarê rewşê agahî bidin, lê amade nebûn ti daxuyaniyekê li ser wê pirsê bidin.

Zikrî Ahmed endamê Komîta Mafên Mirov di Parlemena Herêma Kurdistanê de got Dengê Amerîka "Nêzîkî 6 mehane hejmarek çalakvanên sivîl, mamsote û rojnamevan hatin girtin, jiber ku wan daxwaza mûçeyên karmendên Herêma kurdistanê kirbûn, ew bi tawana handana gel ya xwepêşandanan hatine tawanabr kirin, em hewil didîn ku çarenivîsa wan bizanin, lê mixabin heta niha me nikarî tiştekî jê bizanîn."

Endam Parlemen dîsan dibîje"Mixabin kesûkarên girtiyan ku nêzî 76 kesin, dixwestin bihêne Hewlêr da ku çarenivîsa kesên xwe bizanin, hin ji wa hatbûn ber avahiyê parlemenê û hin jî li ber deriyê ofîsa Netewên Yekbûyî, lê hin ji wan her li xalên ewlekariyê li Behdînan rê neda wan ku xwe bigehînin Hewlêr, û kesên gihane Hewlêr hatine girtin û niha li navenda polîsan ya Bextyarî dimînin û nehatine azad kirin, weke endamên parlemenê em berdewam bi havkarî li gel seroka Parlemenê hewil didîn wan azad bikîn û çaverêyî azad kirina wan in, herçende nedbû bihatana desteser kirin. " Weke Zikrî Ahmed endamên Komîta Mafên Mirov di Parlemena Herêma Kurdistanê dibêje.

XS
SM
MD
LG