Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wezîrê Berê yê Tirk bi Şikandina Toleyên Dijî Îranê Tawanbar Dike


Dozgerên Amerîkî êvara Çarşemê wezîrê berê yê aborî yê Tirkîyê, Zafer Çaglayan bi fermi tawanbar kir ku toleyên aborî yên ser Îranê şikandine.

Xencî Çaglayan, rêvebirê giştî yê berê yê Halkbank Suleyman Aslan û rêvebirên din jî bi heman sideman têne sucdar kirin.

Peywendîyên navbera Amerîka û Tirkîyê di demên dawî de aloz in û doza vekolîna şikandina toleyên aborî yên hember Îranê bûbû sedema nerazîbûnên Tirkîyê.

Pêngava nû ya dozgerên Amerîkî wê rewşa aloz xirabtir bike jiber ku cara yekê ye nave wezîrekî Tirk, ku nêzî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e, wek navbeynkar û bertîlxwar dikeve nav belgeyên fermî.

Karsazê Turk yê bi eslê xwe Îranî, Riza Zarrab ji sala borî vir ve li girtîgeheke Amerîka ye û bergumanê serekî ya bazirganîya zêranê ya bi Îranê ye, dema Amerîka toleyên aborî danabû ser wî welatî.

Li gor dozgerên Amerîkî, tevî ku li gor qanûna toleyên aborî qedexe bû, Çaglayan, Aslan û rêvebirên din bi karanîna sîstema darayî ya Amerîkî, bi buhayê mîlynan dolaran bazirganî li ser navê hikûmeta Îranê pêk anîne.

XS
SM
MD
LG