Bajarê Cizîrê ya Şirnêxê çend roj in ku bin dorpeçkirina hêzên ewlekarî yên Tirkîyê ye.
Du şandeyên HDP jî li bajêr in ku rewşa heyî bibînin û bo sekinandina şer bi gel û karbidestên dewletê re danûstandinan bikin.
Parlamanterê HDP yê bajarê Ruhayê Zîya Çalişkan di nav şandeyê de cîh digire û ser rewşa li Cizîrê bersîva pirsên hevkarê me Janî Dîylan dide.
Çalişkan dibêje, li her kolana Cizîrê leşker hene, gule li ser gel dibarînin û nahêlin ku gel ji malên xwe derkevin.
"Piştî ku Erdogan peyvajoya aştîyê xist nav "sarînce" hikûmet rêbazên dema Çîller û Ecevît kar tîne û bi dixwaze bi vî awayî pirsa Kurdî çareser bike."