Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih: Şerê Idlibê Wê Krîzeke Penaberan Peyda Bike


Netewên Yekgirtî rijdiyê li Rûsiya, Tirkiyê û rijêma Sûrî dike heta alîkar bin û rê li komkujiyekê bigirin li Idlibê. Ev huşdarî piştî êrîşên bi firokan bû li ser bingehên serhildayan û ragehandina kûştina sivîlan di wan êrîşan de. Ji cem xwe Serokê Amerîkî hûşdarî dabû Rûsiya û Îranê û ji wan xwest ne bin beşek di şerê rijêmê de li Idlibê çinko dê bibe sedemê kirîzek mirovanî.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka-VOA re, Zara Salih, endamê polbîroya Partiya Yekêtiya Kurd li Sûriyê got, nêzî 3 milyon sivîl li wê derê ne kû Cebhet al-Nusra kontirola herêmên fireh dike û ne bûne beşekê rikaberiya jêr destê Tirkiyê. Wî got, eger ew şer fireh bû, wê kirîzek dî ya penaberan berev Tirkiyê û herêmên dî yên Sûriyê peyda bibe.

Zara Salih
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG