Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Staffan de Mistura Rexneyên Tund li Rejîma Sûrî Dike


Di vê wêneya arşîvê de şervanekî serhilda li ser tankeke ruxandî ya hikûmeta Sûrî xuya dibe. Zabadani, 2013
Di vê wêneya arşîvê de şervanekî serhilda li ser tankeke ruxandî ya hikûmeta Sûrî xuya dibe. Zabadani, 2013

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê Staffan de Mistura îro Çarşemê rexneyên tund li rejîma Beşar Esad dike.

De Mistura got, êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî, li bajarokê Zabadani bûne sedema gelek kuştinkarî û ruxandina mezin ya wî bajarokî.

Mistura ji zarê jêderên xwecihî ragihand ku artêşa Sûrî hejmareke mezin ya bombeyên barîl avêtin ser Zabadani û bû sedema mirina gelek sîvîlan û wêranbûna gelek xanîyan.

Artêşa Sûrî û hevalbenda wê Hîzbullah bala xwe bi giranî dane wê herêmê ku bajar careke din ji destê serhildayan derxin û bexin bin kontrola xwe.

Hêjayî balkişandinê ye, Zabadani 45 kîlometre bakurê paytaxt Şamê ye û 10 kîlometre ji tixubê Tirkîyê dûr e.

Hikûmeta Esad hewceyî destxistina wî bajarî ye ku kontrola xwe li herêma nav Sûrîyê û Lubnanê xurt bike.

XS
SM
MD
LG