Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Zafer Wê Piştgirî Bide Kiliçdaroglu


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ewê di gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî bidin berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Ozdag di preskonferansa bi hazirbûna Kiliçdaroglu de got ku li Tirkîyê kêşeya mezin hebûna koçberan e.

‘’Kêşeya Tirkîyê ya herî mezin 13 mîlyon koçber û kesên qaçax in ku divê ew vegerin welatên xwe. Dewletek, bi 13 mîlyon koçberan nikare aborî û ewlekarîya xwe rast bike.’’

Ozdag dîyar kir ku wan piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê bi Hevpeymanîya Gel re jî danûstandin kiriye, lê wan ser vegerandina koçberan ti plan pêşkeş nekiriye.

Serokê Partîya Zaferê got ku Kiliçdaroglu bi awayekî zelal dibêje ku ewê koçberan vegerînin welatên wan û barê li ser aborîya Tirkîyê rakin.

Partîya Zaferê di gera yekê ya hilbijartinan de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan.

Ogan pêr Duşemê ragihand ku ewê di gera duyê de piştgirî bide berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep, Tayyîp Erdogan.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan vê Yekşemê here ser sindoqan.

Jêder: Twitter, VOA

XS
SM
MD
LG