Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Zafer Dibêje Daxuyanîya Ogan Ne Biryara Wan E


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag dîyar kir ku daxuyanîya Sînan Ogan ya ser piştgirîya ji berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan re tenê biryara wî bi xwe ye.

Ozdag got ku daxuyanîya Ogan ne ya Partîya Zaferê ye û nûnertîya nêrîna wan nake.

Wî dîyar kir ku ewê Partîya Zaferê sibê Sêşemê di saet 11:00 de biryara xwe ragihîne.

Ozdag demeke derengtir ya îro li Enqerê bi berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu re kom bû, lê derheqa wê civînê ti agahî nehat dayîn.

Partîya Zafer berê di Hevpeymanîya Ata de bû û di gera yekê de berbijarê wê yê serokomarîyê Ogan bû.

Ew partî û hevpeymanî bi gotinên xwe yên dijî penaberên Sûrî û partîyên ser bi Kurdan têne nas kirin.

Kiliçdaroglu piştî biryara Ogan ya ser piştgirîya jibo Erdogan ji Twitterê got ku dîyar e ku kî li hêla welêt e û kî li hêla welatfiroşan.

Kiliçdaroglu got ku ewê werin desthilatê Tirkîyê ji teror û pêla penaberan bifilitînin.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG