Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zakharova Dibêje Serdana Blinken ya Kîevê Têkçûna Ukrayna Nîşan Dide


Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Çarşemê got ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ya li Kîevê nîşan dide ku Washington jiber têkçûna hêzên Ukraynî yên li enîyan ketiye fikaran.

Zakharova li Moskowê di preskonferansekê de got ku alîkarîya leşkerî ya Amerîka nikare rêvebirîya sîyasî ya welêt li ser nigan bigire.

Zakharova dîyar kir ku Blinken 14-15’ê Gulanê serdana Ukrayan dike ku û got ku bi awayekî zelal xuya dibe ku rewşa li enîyan û têkçûnên leşkerî yên hêzên Ukraynî jibo rêvebirîya Washingtonê fikar çêkirine û ew fikar jî zêde dibin.

Wê ser rêvebirîya Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ‘’krîmînal’’ e û dîyar kir ku ti çek nikare wê ji hilweşînê bifilîtîne.

Berdevika Rûsî dîyar kir ku ewê hemî çek û cebilxaneyên jibo Ukrayna pûç bikin.

Kongresa Amerîka meha borî paketa alîkarîyê ya 61 mîlyar dolarî ya hatibû paş xistin pejirand û ji wê demê vir ve Blinken karbidestê payabilind yê pêşî ye ku serdana Ukrayna dike û dibêje ku heta ku Kîev li serwerîya xwe ewle dibe ewê bi wê re bin.

Jêderên herêmî radigihînin ku hêzên Rûsî di rojên dawî de ketine herêma Kharkiv ya Ukrayna û çend gund xistine kontrola xwe ku niha jî ew li sûkên Vovchanskê enîyên xwe çêdikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG