Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Tirkîyê ya Ser Seyrangeheke li Zaxo de Kuştî û Birîndar Hene


Bajarê Zaxo
Bajarê Zaxo

Ajansa Reutersê ji zarê karbidestên Kurdên Îraqê ragihand ku di êrîşeke mûşekî ya Tirkîyê de here kêm 4 kes ahtine kuştin, 15 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîş li devereke seyrangehî ya gundekî bajarokê Zaxo ya Duhokê li Herêma Kurdistanê qewimî û piranîya qurbanîyan gerokên Îraqî yên ji Bexdayê ne.

Televîzyona Rûdaw jî ragihand ku heta niha 9 kes hatine kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûne.

Hêjayî balkişandinê ye ku di demên dawîyê de êrîşên Tirkîyê yên li nava axa Herêma Kurdistana Îraqê zêde bûne û bi dehan sivîl hatine kuştin yan birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG