Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngehên Amerîkî Jiber Rewşa Awarte ya COVID-19 120 Mîlyar Dolaran Daxwaz Dikin


Zanîngeha Johns Hopkins ya li Baltimore,Amerîka
Zanîngeha Johns Hopkins ya li Baltimore,Amerîka

Kolêj û zanîngehên li Amerîka ji serokên Kongressê daxwaz dikin ku jiber lêçûnên nû yên girseyî yên bi sedema pandemîya korona ku didome, jibo perwerdehîya bilind 120 mîlyar dolar werin terxankirin.

Nameyeke ku ji alîye Ted Mitchell, serokê Civata Perwerde ya Amerîkî, li ser navê bi dehan rexistinên perwerdeya bilind hatîye îmzakirin, de hat weşandin.

Di nameyê de Mitchell ragihandin ku rewşa ku niha kolej û zanîngehên Amerîkayê rûbi rû ne, krîzek bi mezinahiya ku hema hema naye hizir kirin e.

"Kolej û zanîngehan bo çareserkirina vê krîzê jixwe heya niha çavkanîyên xwe yên darayî heta sînorên dawî xerc kirine," Mitchell got.

Herwiha Mitchell hewildanên kolej û zanîngehan jibo revebirîya peyvajoya krîzê wek Herkulî şîrove kir û armanc mîna ewlehî ya perwerde ya xwendevanan, domandina lêkolînên girîng, parastina karmend û xebatkarên xwe û piştgirîya bo civakê dîyar kir.

Lê, wî nivîsî ku jiber krîza saxlemîya demdirêj, asta lêçûnan ji xala ku di hat pêşbînîkirin, pirtir pêk hatîye.

"Ev xebatana bi domdarî jiber guhestina rewşa saxlemîya gîştî û, ya herî girîng jî, bi sedema daketinek berbiçav ya çavkanîyên ku ji saziyan re dihat dabîn kirin û herwiha lêçûnên nû yên girseyî yên kampusan, bi gelemperî asteng bûne, û hilweşîyanin," wî nivîsand.

Hejayê balkişandinê ye ku di nav wan lêçûnan de veguhestina dersan li ser înternetê û damezrandina teknîk û teknolojîya nû hene. Jibo parastina civaka kampusê ya ewledar jî cîh û lêçûnên zêde hewce dike. Amûrên parastina kesane jî barên budçeyên kolej û zanîngehan girantir kirîye.

XS
SM
MD
LG