Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Rojava Xwendekarên Serkeftî Xelat Dike


Xwendekarên Zanîngeha Rojava

Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo 15 xwendekarên xwe yên herî serkeftî xelat kirin.

Bi beşdarbûna dehan mamoste û malbatên xwendekaran şahîya xelatkirinê pêkhat. Her15 şagirt ji falkoteya Zaninstên civakî û perwerdê bûn .

Hevserokê falkoteyê Selîm Hesen ji bo vê şahiyê axivî û bal kişand ser giringîya perwerdê bi armanca avakirina nifişeke zane û bîrewer di vê dema ku pêwîstî gelek bi xwendin û fêrkirinê heye

Selîm Hesen, ji dengê Amêrîka re armanca vê şahîyê zelal kir ku ji bo moralên xwendekaran bilind bikin .

Mamosteyên zanîngehê ew jî amade bûn, û kêfxweşîya xwe bi xelatkirina xwendekarên herî serkeftî anîn ziman.

Berî ku şahî bi dawî bibe xelat li xwendekaran hatin belav kirin, yek ji van xwedekarên ku, biserketin Naz Hemê bû ya ku westandina xwendekaran di sê werzan de dîyar kir, Naz Hemê ji bo xelatkirinê dibêje“hesteke pirr xweşe ku xwendekar biserkeve û di xwendinê de pêşkeve û hêvîya me ewe ku zanîngeha me bi rengekî fermî di welatên cîhanê de bê naskirin”

Lemiya Salih, mamosteya zanîngeha rojava dibêje, her sal zanîngeh pêşdikeve, û zehmetîyan çareser dike, mamoste Lemîya Salih dîsan dibêje ku kêmbûna alavên perwerdeya zanistî kêşeya herî mezin bû li zanîngehê. “di destpêka vekirina zanîngehê de, ji ber kêmbûna alvên zanistî û teng bûna derfetan gelek zehmetî hatin kişandin”

Di şahîya xelatkirinê de stran, helbest û şanoyek ji alîyê xwendekaran ve hat pêşkêşkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku, zanîngeha Rojava di 04.07.2016 hatbû vekirin û beşê zanist û perwerdê di 25.12.2016 hate ragihandin û îsal hejmara xwendekaran di beşê zanist û perwerdê de gihaye 400 xwendekaran

Rêveberîya zanîngehê dibêje, ku dê hejmar bibe du qat heger zanîngeh bi awayekî fermî di cîhanê de bê naskirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG