Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Rojava li Qamişlo jiber Korona Navber Da Perwerdê


Zanîngeha Rojava
Zanîngeha Rojava

Rêvebirîya Zanîngeha Rojava li Qamişlo ragihand ku jiber gumana belavbûna vîrusa korona perwerde hate sekinandin.

Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdullah Mustefa got ku sekinandina perwerdeyê wê 11 rojan dirêj bike.

Dr. Ebdulla Mustefa
Dr. Ebdulla Mustefa

“Testa korona ya 34 xwendekarên me, ku şika pêketina vîrusê li ser wan hebû, negatîf derket. Me tedbîrên xwe girtine ku hem xwendekar hem jî mamostayên me ji koronayê werine parastin.”

Ew, raportên medyayî ku îdia dikin ku korona di nava xwendekarên Zanîngeha Rojava belav bûye, red dike.

"Zanîngeha me wek tedbîr, bi biryara desteya tendirustîyê bi dirêjîya 11 rojan di bêhnvedanê de ye.”

Wek tê zanîn ku di 14 Tîrmehê de derîyê Zanîngeha Rojava dîsa hatibû vekirin û xwendekar vegerîyan fakulteyên xwe.

Berî vê demê xwendina zanîngehê bi rêya têkiliîya bi malpera zanîngehê bû (online), lê jiber derketina çar nexweşan li heremê, rêvebirîyê dîsa biryara qedexeyê ya dibin jimara 85’an, di 24’ê Tîrmehê de careke din raghand.

Herwiha rêvebirîya zanîngehê jiber rewşe biryara xwendina online vegerand kar.

ZO_29_7_2020_Korona Zaningeha_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:02 0:00

XS
SM
MD
LG