Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Rojava bi 700 Xwendekarên Xwe Dest bi Xwendinê Dike


Zanîngeha Rojava
Zanîngeha Rojava

Zanînageha Rojava îro Yekşemê li bajarokê Rimêlan bi ahengekê hat ragihandin. Di ahengê de berpirsên Rêvebirîya Xweser û proja Federalîzmê di axaftinê xwe de li ser giringiya vekirina zanîngehan tekez kirin.

Serokê zanîngeha Rojava Dr. Ehmed Îbrahîm jibo Dengê Amerîka pêzanînên derbarê beşên zanîngehê û hejmara xwendevanan da û got:

"Ser asta zanîngehê 1300 xwendekaran daxwazên xwe pêşkêş kirin. Ji nav wan 700 xwendevan hatin wergirtin û daxwazên wan hatin pejirnadin."

Vekirina Zanîngeha Rojava li Romêlan
Vekirina Zanîngeha Rojava li Romêlan

Hevseroka Encûmana Sazkar ya Federalîzma Bakurê Sûrîyê Hediya Yûsif di axafitina xwe de dibêje:

"Di vê demê de ku şerê navxweyî li Sûrîyê gûr dibe, li bakurê Sûrîyê zanîngeh tên ava kirin ."

Wezîrê Perwerdê Mihemed Ebdosalih di axaftina xwe de got ku biqasî guhdana şervanên ya ser parastinê emê jî, guh bidin xwendinê û zanîngehan."

Hêjayî balkişandinêye ku Zanîngeha Rojava zanîngeha yekê ye ku li Kantona Cizîrê hat vekirin û niha 700 xwendekar di 4 beşan de dest bi sala nû ya xwendinê dikin.

Berî niha li Rojava, Zanîngeha Efrînê li Kantona Efrînê hatibû vekirin.

Vekirina Zanîngeha Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG