Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkins: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 1,000,000 Derbaz Kir


Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona 1 mîlyon derbaz kiriye.

Bi vî awayî hejmara pêketîyan di nav hefteyekê de bû du qat.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, bi rêzê herî zêde li Amerîka, Îtalya, Îspanya, Almanya, Çîn, Îran û Brîtanya pêketî hene.

Vîrusa korona bi rêzê herî zêde li Îtalya, Îspanya, Amerîka, Fransa û Çîn însan kuştine.

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 50,000 derbaz kiriye.

XS
SM
MD
LG