Ukrayna û Rûsya îroja Înê hevûdu careke din bi topbarankirina santrala navokî ya herî mezin ya Ewrupa Zaporizhzhia (ZNPP) tawanbar kirin jiber ku metirsîya qezayeke navokî heye.
Santrala navokî ya Zaporizhzhia ya Ukrayna ji alîyê hêzên Rûsî ve hatiye dagir kirin, li herêmeke ku tê çaverêkirin bibe yek ji enîyên pêş yên şer.
Kîev dibêje ku ew bo paşvegirtina Zaporizhzhia û heremen li Kherson yên cîran êrîşeke dijber plan dike, herema herî mezin ku di destê hêzên Rûsî de ye.
Welatên Rojava bang li Moskow kirin ku hêzên xwe ji Zaporizhzhia vekişîne û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî roja Pêncşemê bang kir ku Zaporizhzhia wek herêmeke bêçek were ragihandin.
Lê, heya niha ti nîşanek razîbûna Rûsya tuneye ku ewê hêzên xwe ji Zaporizhzhia vekişîne ku di Adarê de dagir kiribû.
Ajansa Energoatom ya Ukrayna got ku Zaporizhzhia roja Pêncşemê pênc caran hatiye lêdan, tevî nêzî cihê ku madeyên navokî têne depo kirin.
Rûsya dibêje Ukrayna bêpîvan êrîşê santralê dike.
Ukrayna jî dibêje ku hêzên Rûsî bi xwe santrala Zaporizhzhia bomberan kirine û herwiha ew santralê wekî mertal bikar tînin dema ku ew heremên nêz bombebaran dikin.
Berdevika fermandarîya leşkerî ya başûrê Ukrayna Natalia Humeniuk îro dîyar kir ku hêzên Ukraynî zararê nadin santralê û wê Rûsya tawanbar kir.
"Hêzên Çekdar yên Ukraynî zararê nadin binesazîya (santralê) û jiber xeterîya di asta cîhanî de êrîş nake. Lê, em fêm dikin ku dagirker xwe li pişt wir wek martelek vedişêrin jiber ku lêdana wir ne mimkûn e," Humeniuk got.
Civata Ewlekarî ya NY doh Pêncşemê bo gotûbêjkirina rewşê civîya.
Sekreterê Giştî Antonio Guterres bang li her du alîyan jî kir ku tevahîya şer û pevçûnên li nêzî santrala navokî rawestînin.
"Divê ev navend bo ti operasyonekî leşkerî neyê bikaranîn. Li şûna wê de, ser bêçekkirina heremê di asta teknîkî de peymaneke lezgîn pêwîst e ku ewlehîya herêmê were ava kirin," Guterres got.
Di civîna NY de, Amerîka piştgirîya banga avakirinaheremke bêçek kir û ji Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) xwest ku serdana santrala Zaporizhzhia bike.
Balyozê Rûsya yê li NY Vassily Nebenzia got ku cîhan "ber bi felaketeke navokî" ve tê kişandin û wî felaketa Çernobîlê ya bi bîr xist ku di 1986’an de li Ukrayna ya wê demê ya Sovyetê pêk hatibû.
Nebenzia da zanîn ku karbidestên IAEA dikarin vê mehê serdana santralê bikin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy jî di peyama xwe ya rojane de ji Rûsya xwest ku santralê radestê Ukrayna bike.
"Tenê vekişîna tam a Rûsan û kontrola tam ya Ukrayna ya derdora santralê dikare jinûve avakirina ewlehîya navokî bo tevahîya Ewrupa garantî bike," Zelenskiyy got.