Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf Dibêje Axaftina Wî ya ligel Macron Erênî Derbaz Bû


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf îro Înê got ku axaftina wî ya derheqa peymana navokî ya 2015'an ya bi Serokê Fransî Emmanuel Macron re erênî derbaz bû.

“Fransa hin pêşnîyar raberî me kirin û me jî hin nêrîn ji wan re pêşkeş kirin ku emê rêketina navokî çawa bidomînin û divê her du alî pêngavên çawa bavêjin,” Zarîf got.

Wî dîyar kir ku sibêroja peymana navokî li ser Yekîtîya Ewrupa dimîne ku naveroka rêketinê û sozên piştî îmzakirina wê rêketinê bi cîh bîne

Zarîf bi berdewamî got ku ne pêkan e alîyên peywendîdar jinûve danûstandinên nû li ser naverok û mercên rêketinê bikin.

XS
SM
MD
LG