Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf Dibêje Dem jibo Amerîka Sînordar E ku Vegere Peymana Navokî


Iranian Foreign Minister Javad Zarif
Iranian Foreign Minister Javad Zarif

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Zarîf îro Duşemê dîyar kir ku divê Amerîka bo jinûve zindîkirina peymana navokî ya bi Îranê re, bilez tevbigere.

Zarîf hîşyar kir ku gava pêyvajoya hilbijartina seroktîya ya Îranê destpê bike heta dawîya vê salê vegera peymanê wê ne pêkan be.

Zarîf ragihand ku ew di navbera sîyaseta rêvebirîya Biden û di warê givaştinên herî zêde ya rêvebirîya Trump de ti guherînek nabîne da ku Îranê jibo vegera maseya danûstandinan mecbûr bike.

"Demekî kurt heye û gava ku têkevin pêyvajoya hilbijartina xwe ewê hikûmeteke lawaz ya ne bi tevahî desthilatdar hebe ku dê nikaribe tiştek cidî bike. Wê hingê divê em hema hema şeş mehan di bendewarîyekî de, bimînin," Zarîf got.

Zarîf di axaftina xwe ya li navenda sazîya Navenda Sîyaseta Ewrupî de, daxwaza Îranê ya bo zindî kirina peymana navokî divê Washington pêşî toleyên dijî Tehranê rake.

"Ev jibo pêşnîyarî ye ku demûdest pêşve biçin gavan bavêje û ev yek pêwîst dike ku ew şerm nekin, lê gêvan ku divê were avêtin, bavêje," Zarîf got.

Hejayê bal kişandinêye ku ewê li Îranê di 18 Hezîrana 2021'an de hilbijartina seroktîyê were darxistin.

Îran dibêje ku bo ew li peymana navokî vegerin divê Amerîka toleyan sist bike, lê Washington jî dixwaze ku Tehran berê li gor peymanê tevbigere.

XS
SM
MD
LG