Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cevad Zarîf: Kuştina Qasim Silêmanî Kiryareke Gelek Xeter E


Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf îro Înê got ku kuştina fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî kiryareke gelek xeter e û alozîya heyî bê sedemên rewa zêdetir dike.

“Divê Amerîka berpirsîya hemî kiryarên xwe yên maceraperestîya qurre rake ser xwe,” Zarîf ji ser Twitterê ragihand.

Wezareta Berevanî ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî piştrast kir ku Silêmanî di êrîşeke esmanî ya firokên bêmirov de li Bexda hate kuştin.

Pentagonê ragihand ku Silêmanî ser fermana Serokê Amerîka Donald Trump, jibo parastina karmend û leşkerên Amerîkî yên li Îraqê û herêmê hate kuştin.

“General Silêmanî bi karîgerî êrîşên dijî diplomat û leşkerên Amerîkî yên li Îraqê û li seranser hêrêmê plan dikirin.”

Pentagonê herwiha ragihand ku Silêmanî êrîşên nav çend mehên borî yên ser bingehên koalîsyonê li Îraqê plan kiribûn.

XS
SM
MD
LG