Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Divê Trump Şûna Gefan Bike, Rêz li Me Bigire


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf îro Duşemê got ku divê Serokê Amerîka Donald Trump şûna ku gefan bike, divê rêz li me bigire.

Zarîf got ku Trump jiber givaştinên şîretvanê wî yê netewî John Bolton û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu zimanê gefxwar bi kar tîne, lê wek serokên pêş wî, Trump jî wê serketî nebe.

"Îranî hezar salin ku hember hemî êrîşkaran sekinîn. Terorîzma aborî û azirandina bi tevkujî dê nikare sitûyê Îranê bitewîne” Zarîf got.

Zarîf bersîva twîta Trump ya roja Yekşemê dida ku gotibû ku "Ger Îran şerekî dixwaze, ew yek de dawîya fermî ya wê be. Careke din qet gefan li Welatên Yekbûyî nexwe!"

Fermandarê Nobedarên Şoreşa Îranê Huseyîn Selamî jî got ku welatê wî şer naxwaze, lê ji şer jî natirse.

Trump ji Fox Newsê re gotibû ku ewê nehêlin ku çekên navokî yên Îranê hebin.

Karbidestên Washington û Tehranê her çiqas dîyar dikin ku ew şer naxwazin jî girjîya sîyasî û leşkerî ya di navbera her du alîyan de di rojên dawî de gur bûye.

XS
SM
MD
LG