Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cevad Zarîf: Amerîka Gotinên Provokatîf Dike


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf
Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf

Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf dîyar kir ku ewê ‘’tawanbarkirinên Amerîka yên bêbingeh’’ bişopînin.

Karbidestên Amerîka dîyar dikin ku serhildayên li Yemenê bi çekên Îranê êrîşî Erebîstana Sauîdî dikin.

Zarîf da zanîn ku Amerîka ‘’provokasyonê dike’’ û dixwaze bi van îdiayan ser ‘’piştgirîya bo kuştina Yemenîyên bêguneh’’ bigire.

Îran piştgirîya serhildayên Husî dike lê îdiayên ser alîkarîya çekan red dike. Amerîka, sê sal in piştgirîyê dide koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî ya dijî Husîyan şer dike.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kiribû ku ji Îranê çek diçin Yemenê. NY’ê dijî Îran û Yemenê ambargoya çekan ragihandiye.

Husîyan roja Sêşemê jî muşekek firandibû Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî ragihandibû ku mudaxaleyî muşekî kirine û ti kes nehatiye kuştin yan birîndar nebûye.

XS
SM
MD
LG