Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Divê Dijî Rojhilata Firatê Operasyona Leşkerî Çênebe


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf dîyar kir ku ew dijî operasyona Tirkîyê ya bi ser bakurê Sûrîyê de ye.

Zarîf ji hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re got ku divê dijî rojhilata Firatê ti operasyona leşkerî çênebe.

Malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku divê bo serwerîya Sûrîyê û yekîtîya axa wê rêz were girtin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê ji bakurê Sûrîyê vekişin û dabû zanîn ku Tirkîye dê dest bi operasyonê bike.

Karbidestên payabilind yên Amerîkî dijî biryara Trump derdikevin û dibêjin ku ‘’Kurd divê bi tenê neyên hiştin’’

XS
SM
MD
LG