Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cevad Zarîf: Hin Sîyasetvanên Nêzî Trump, li Şûna Dîplomasîyê Cengê Dixwazin


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ser toleyên nû yên Amerîka ji Twitterê bertek nivîsî.

Zarîf dîyar kir ku hin sîyasevetvanên nêzî Serokê Amerîka Donald Trump dixwazin ku ceng çêbe.

‘’Trump gava dibêje ti karê Artêşa Amerîka li Kendava Basra tune mafdar e. Ger leşkerên xwe ji wir derxin ew hem bo Amerîka hem jî bo cîhanê baş e, lê hin kesên ji tîma B berjewendîyên Amerîka nafikirin, dijî demokrasîyê ne û cengê dixwazin’’ Zarîf nivîsî.

Qesira Sipî îro fermaneke qanûndêr weşandibû û tê de ofîsa rêbertîya bilind ya Îranî xistibû nav lîsta cezayan.

Fermana qanûndêr herwiha kesên ku bi wê ofîsê peywendîdar jî xistibû bin toleyan.

Washington dîyar dike ku ew bi toleyên ser Îranê hewil dide ku rê li ber qezencên rejîma Tehranê bigire

XS
SM
MD
LG