Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên ku di Topbarana Tirkîyê de Jîyana Xwe ji Dest Dabûn Hatin Oxir Kirin


Bi hezaran Efrînî yên li herêma Şehba, bi merasîmeke girseyî 10 cangorîyên ku di topbarana Til Rifatê de jîyana xwe hinda kiribûn, oxir kirin.

Burial ceremony of the children killed in Turkish shelling
Burial ceremony of the children killed in Turkish shelling

Merasîman ji pêşîya nexweşxana Avrîn destpê kir û darbestên cangoryan ber bi goristana şehîdan li devera Fafînê ve rakirin.

Şênîyê beşdarî merasîman bûn wêneyên her 10 cangorîyan ku 8 jê zarok in bilind kirin, û bi siloganan kuştina wan şermezar kirin.

Beşdaran herwiha bêdengîya navdewletî li hember armanc girtina zarokan bi tundî rexne kir.

Li goristanê û piştî deqeyeke rêzgirtinê çend gotarên alîyên sîyasî û Rêvebirîya Xweser hatin xwendin.

Gotaran da xuya kirin ku armanca Tirkîyê koçberkirina Kurdan e da ku guhertina demografîk pêk bîne.

Piştre cenazeyên her yek ji: Hemûdê Mihemed Elî 11 salî, Mistefa Mecîd 10 salî, Mihemed Omer 7 salî, Arêf Mihemed 6 salî, Îmad Kêfo 9 salî, Ebdulfetah Elîko 3 salî, Semîr Hiso 12 salî û birayê wî Mihehed Hiso yê 15 salî, Hisên Guldado 75 salî û Elî Osman 54 salî, cenazeyên wan bi axê hatin spartin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk û grubên çekdar yên pêre roja Duşemê bajarokê Til Rifatê bi mûşekan topbaran kiribû, ku tevî 10 cangorîyên îro hatin oxir kirin, 13 kesên din jî birîndar bûbûn, ku piranîya wan jî zarok in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:26 0:00
Direct link


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG