Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Zarokên Talafarî Yên Şîa Mezheb li Baxoz Tên Rizgar Kirin


Twîta Mustefa Balî
Twîta Mustefa Balî

Berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mistefa Balî di hesaba twîtera xwe de nivîsandiye ku roja Çarşemê 4 zarokên Şîa mezheb ku ji bajarokê Talafar yê nêzîkî Mûsil, ji aliyê hêzên HSDê ve hatine rizgar kirin.

Tomara Videoyê wênyê herçar zarokên û navên wan nîşan dide, zarok di rewşeke derûnî û lawaza bedenî de tên xûya dikin.

Balî dibêje "4 zarokên ji Talafar ku berî çendîn salan ji aliyê rêxistina DAIŞê ya terorîst ve hatbûn revandin ji aliyê hêzên me ve hatine rizgar kirin dema vederkirina sivîlan de" li Baxoz.

Balî bi rêya twîtekê bang li her kesî dike ku alîkar bin ji bo van zarokan bigehînin malbatên wan.

Li aliyekî din, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan "SOHR" da zanîn ku ji doh û vir ve hejmarek zarokên Êzidî û Şîa hatine rizgar kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku di çend hefteyên derbazbûyî de bi 10 hezaran kes ji Baxoz hatine derxistin ku piraniya wan sivîl bûn, zarok û jinên çekdarên DAIŞê di nav de hebûn, di nva kesên rizgarî kirî de jin û zarokên Êzidî jî hebûn, lê ev cara yekê ye zarokên revandî yên Şîayan tên dîtin.

XS
SM
MD
LG