Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînî yên Derbider di Rewşeke Zahmet de Dijîn


Dimeneke ji çalakîya bo Zarokên Efrînî di 20'ê Mijdarê ya Roja Zarokan ya Cîhanê

Desteya karûbarên civakî ya Herêma Efrînê bi sedema 20'ê Mijdarê ya Roja Zarokan ya Cîhanê, daxuyanîyeke weşand.

Di daxuyanîyê de bal hate kişandinê ser rewşa zarokên Efrînê, ku ew şer de dibin qurbanî û her wiha ji alîyê derûnî, civakî yan fêrbûnê de gelek bandorên neyînî ser wan çêbûne.

Hevdem, di daxuyanîyê de hate xwestin ku zarok ji şer û encamên wê werin dûrxistin û mafên wan li gor qanûnên navneteweyî werin parastin.

Endamê desteyê Egîd Xelîl di derbarê zarokên Efrînî ku li derbiderbûnê jîyan dikin de ji Dengê Amerîka re axifî.

“ Rewşa zarokên Efrînî ne wek yên cîhanê ye, jiber ku ji malên xwe derketine , derbider bûnê. Ew niha li penageha Şehba di malên kavilkirî de yan di bin konan de, dijîn loma bandora vê yekê li derûnîya wan mezin e”.

Xelîl dîyar kir ku: “Pir caran zararên canî jî digehêjin zarokan, ku zor û zahmetîyên derbiderbûnê û jîyana li kampan saxlemî û tendirustîya wan dixe metirsîyê, loma tûşî nexweşîyan dibin”.

Derbara tiştê pêwîste bê kirin, wî wiha domand: “Mafê zarokan yê sereke li malên xwe bijîn û vegerin Efrînê, herwiha di warê tendirustî de dorpêça li ser deverê rabe û pêdivî werin peyda kirin, bi taybet jibo xwedî pêwîstîyên taybet, daku zarok hest bi zaroktîya xwe bikin û fişar lê kêm bibin.“

Hevdem bo Roja Zarokan ya Cîhanê, Desteya Karûbarên Civakî çalakîyeke jibo zarokan darxist, da ku zarokan ji xeman dûrxin û şabûnê têxin dilê wan.

Di çalakîyê de lîstok, pêşbirk û pêşandeyên hunerî hatin pêşkêş kirin, ku zarok bi coş tevlê bûn û dîyarî wergirtin.

Hûn dikarin tevahîya raporê ji ser lînka jêr gohdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG