Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku di êrîşa kîmyayî ya gumankirî de, li Xan Şêxûn ya Îdlibê 27 zarok hatine kuştin.
UNICEF’ê di daxuyanîya ku li New York’ê da de dîyar kir ku 546 kes jî di êrîşê de birîndar bûne.
Dîrektorê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Afrîqa Bakur Geert Cappelaere got ku kuştina zarokan nayê qebûl kirin û divê hemî alîyên şerî vê kuştinkarîyê demûdest rawestînin.
UNICEF’ê da zanîn ku bi alîkarîyên hin sazîyên din ên saxlemîyê, ew hewil didin ku jibo birîndaran sê klînîkên seyar û çar nexweşxaneyan çêkin.
Ji alîyê din ve, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hejmara kuştîyên êrîşa li Îdlibê giheştiye 86’an.
UNICEF: 27 Zarok li Îdlibê Hatin Kuştin
