Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Mezin ya Qurbanîyên Êrîşa Misirê Zarok In


Wezareta Saxlemî ya Misirî di daxuyanîyeke televîzyonî de ragihand ku di nav qurbanîyên êrîşa çekdarî ya hember Krîstîyanan de, jimareke mezin ya zarok jî hene.

Di êrîşa çekdarî de li Mînya ya li başûrê Qahîre 26 Krîstîyanên Qiptî hatibûn kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûbûn.

Walîyê Mînya Essam el-Bedaîwî dîyar kiribû ku koma rastî êrîşê hatîye bi du otobus û qamyonekê diçûne keşîşxaneya Mînya ku piranîya pêkhateyên Krîstîyan li wê derê dijîn.

XS
SM
MD
LG