Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dest bi Vaksînkirina Zarokên 3 Salî Dike


Hikûmeta Çînê ragihand ku zarokên 3 salî û mezintir wê li dijî COVID-19 werin vaksîn kirin, di vê demê de ku belavbûna vîrusa korona didome.

Çînê heta niha 76 ji sedê nîfûsa wxe bi tevahî vaksîn kiriye û jibo kontrolkirina COVID-19 rêbazeke xurt bi rê ve dibe.

Jimareke bajar û herêmên xwecîhî radigihînin ku divê deûbav zarokên 3 heta 11 salî bidin vaksîn kirin.

Jêderên saxlemîyê bal dikşînin ku biryara vaksînkirina zarokan di vê demê de tê ku li hin herêmên Çînê vîrusa korona dîsa belav dibe.

Li herêma Gansu, ku navendeke girîng ya turîzmê ye, hemî qadên balkêş hatine girtin piştî ku bûyerên nû yên COVID-19 hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG