Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

250 Zarokên Efrînî bi Nexşandina Efrîn û Darên Zeytûnê, Beşdarî Çalakîya Şêwekirinê Bûn


250 zarokên Efrînîyên penaber li Şehba çalakîyeke hunerî li dar xistin û tê de tabloyeke li ser cawê bi dirêjahîya 80 metreyî nexşandin.

Çalakîya bi navê “Mohrên Êşê” ju hêla sê şêwekar Erdelan Ibrahîm, Henîf Hemo û Nûrî Ednan hat rêvebirin.

Erdelan Îbrahîm dibêje ku ew hewil didin ku bi rêya vê tabloya mezin, çîrokên ku zarokên Efrînî dijîn, bînin cem hev û ji cîhanê re raghînin.

Zarok bi coş tevlî şêwekirina tabloyê bûn, bîranînên xwe li Efrînê berî şer û piştî êrîşa Tirkîyê ta kêlîyên derbiderbûnê li kampên penabertîyê nexşandin.

Zaroka bi navê Delav Ehmed dibêje ku wê bombebarana ser xanîyê cîranên xwe nexşandiye jiber ku ew pê bandor bûye.

Herwiha Meysa Şêxo jî dibêje ku wê bîrîya Efrînê kiriye, loma xwezaya Efrînê kiriye wêne û pira nêzî gundê xwe nexşandiye.

“Min berîya darên zeytûnan û çaxê ez bi malbata xwe re diçûm berhevkirina zeytûnan kiriye,” zaroka bi navê Şêrîn Qido ku dara zeytûnê nexşandîye dibêje.

Mihemed Diwîko jî bo bajarê xwe dilekî çilmisî çêkiriye ku ew jî hêstên hindiurê xwe bi wî awayî tîne der.

Hêjayî gotinê ye ku ev tablo qonaxa duyê ye ji çalakîya hunerî ya bi navnîşana “Mohrên Êşê” ku li kampên penaberên Efrînê li Şehba tê meşandin.

Berê jî tabloyeke 50 metreyî hatibû nexşandin û li gor rêvebirên çalakîyê di dema pêş de tabloyeke siseyan jî tê çêkirin.

NR_10_29_2018_Zarokên_Efrînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG