Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarya Azadî: Ez bi Hunera Faşin Modêl Dengê Xwe Wek Jinek Kurd Dighînim Cîhanê


Hunermenda moda ya cil û bergan Zarya Azadî bi şêwazekî ciwan û serbest li ser dikên pêşangehên moda yên welatên cîhanê wek faşin modêl xwe nîşan dide û di nav xebatên xwe yên vê hunerê de dixwaze ku peyamek ron û zelel di derbarî rewşa jinan û tepeserkirin li ser wan û tûndûtijiya li dijî wan bighîn xelkê û bi wan re parveke, û bi taybetî rewşa jinên kurd.

Zarya di nav malbatek kurdên Êzîdî mezin bûye ku ew bi xwe ji ber rewşa siyasî li Turkiyê di sala 1991 koçberî Akmaniya bûn û ta nuha li wir dijîn.

Zarya bi piştgrtina malbata xwe, karîbû xwe ji xeleka teng ya civata kurdan derkeve û azad xwendina xwe li zanîngeha Oxford beşê Real Estate Management bixwîne.

Ji ber bejin û bala wê ya dirêj ew li wir derbasrî pişbirka faşin model bû û karîbû serekftinê bi destxîne wek ( Miss Germany, Miss Oxford, Top Model Worldwide û Top Model UK).

Ji aliyek din di jiyana Zarya de, ew çalek e ji bo mafên jinan, ji ber wê ew bûye balyoz û hevbeşa rêxistina Mundo Cooperante li Ispaniya ji bo rawestandina sintkirina jinan (FGM) li Kenya û Tanzania.

Ji ber baweriya wê bi mafê jinan xwest ku roniyê bide ser rewşa jinên kurd, hilmetek bi navê ( Evolve your Heritage) saz kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:07 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG