Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New Zealand Dawî li Hin Sînordarkirinên bo Vîrusa Korona Tîne


Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern
Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern

Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern îro Duşemê dîyar kir ku ewê ji 3’yê Berfanbarê de dawî li sînordarkirinên bo vîrusa korona bînin û di têkoşîna dijî wê nexweşîyê de dest bi qonaxeke nû bikin.

New Zealandê heta meha Tebaxê jî bi awayekî berfireh xwe ji vîrusa korona parastibû, lê li welatî bi belavbûna cureya Delta re karbidestan tedbîrên tund ragihandin.

Auckland, ku bajarê herî mezin e li New Zealandê, her çiqas di demên dawî de hin tedbîr sist bûne jî ji 90 rojan zêdetir e di karantînê de ye.

Ardern bi preskonferansekê da zanîn ku ew bi rêjeya bilind ya karanîna vaksînan, sîstema çirayên trafîkê, pasaporta vaksînê û tedbîrên din yên ewlekarîyê bo têkoşîna dijî vîrusa korona hazir in.

Bi sîstema nû, herêmên New Zealandê dê li gor belavbûna vîrusa korona bi rengên sor, zer û kesk werin raber kirin.

Auckland, ku navenda belavbûna cureya Delta ye, dê bi rengê sor were raber kirin ku li wir dê karanîna maskeyan mecbûrî be û kombûn dê werin sînordar kirin.

Ardern dîyar kir ku ji New Zealandîyên ku temenên wan têra vaksînkirinê dike, 83 ji sedê bi temamî hatine vaksîn kirin û 88 ji sedê ji wan jî vaksîna yekê li xwe dane.

Hikûmetê berê dîyar kiribû ku ewê dawî li tedbîrên karantînê bîne û dabû zanîn ku piştî 90 ji sedê nifûsê were vaksîn kirin ewê derbazî sîstema çirayên trafîkê bibe.

Xêncî îzolasyona bi erdnîgarîyê, New Zealandê bi tedbîrên tund rê li ber belavbûna vîrusa korona girt û kir ku aborîya wê xwe zû topî ser hev bike.

New Zeland ya nifûsa wê 5 mîlyon e heta niha bi qasî 7000 pêketin û 39 mirinên ji vîrusa korona ragihandine.

Sînorê New Zealandê ya navneteweyî hîn jî girtî ye û hîn ne dîyar e ku ewê kînga vebe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG