Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevana Kurd Zehra Dogan Xelata Wêrekî ya Rojnamegerî ya 2018’an Wergirt


Rojnamevan û edîtora Ajansa Nuçeyan ya Jinan (JINHA), Zehra Dogan Xelata Wêrekî ya Rojnamegerî ya 2018’an wergirt.

Weqfa Medya Jinan ya Navnetewî (International Women's Media Foundation /IWMF) ku Dogan hejayî xelatî dît, dîyar kir ku wê jiber rojnamevanîya xwe ya bêtirs ew xelat wergirt.

“Zehra bi wêrekî li bajarê Nisêbînê ya Kurdan, ku artêşa Tirk qedexeya derketina kolanan li wê derê danabû raportan ragihandibû. Wê herwiha li Bakurê Îraqê, di dema hebûna DAIŞ’ê de, yek ji jinên pêşîn bû ku ligel jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê hatibûn azad kirin, peyîvîbû.”

IWMF, jiber ku Dogan li girtîgehê ye, xelata wê li bajarê New Yorkê pêşkêşî hevaleke wê kir.

Dogan jiber parvekirinên xwe yên medya civakî û raportên xwe yên derbarê qedexa li ser Nisêbînê, bi îdiaya propagandaya rêxistina terorê hatibû girtin û 2 sal û 11 meh û 22 roj cezayê zindanê li wê hatibû birîn.

Dogan di Tîrmeha 2016’an de bi îdiaya ku hem endama rêxstina terorê ye, hem jî propagandaya rêxistinê kiriye û li ser medya civakî wêne, nûçe û dimen parve kirine, hatibû girtin û çar meh û nîv girtî mabû, lê di rûniştina yeke ya dozê de di hatibû berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Dogan dema ku çar meh û nîv li zindanê me, 60 wêne çêkiribûn û piştî ku hatibû berdan, pêşengeheke bi navê "141" li dar xistibû.

XS
SM
MD
LG