Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zekî Şêxo: Dixwazin Destketinên Kurdan li Rojava Hilweşînin


Ajansa Associated Press (AP) îri Înîyê ragihand ku 12 mîlîtanên El Qayde ji alîyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve li bakurê Sûrîyê hatine kuştin.

Komên çekdar yên radîkal ku di enîya şer de çikestin dixwun, berê xwe didin sîvîlên Kurd û wan qir dikin.

Tê ragihandin ku do Pêncşemê bi dehan Kurd ku hemî jî zaroj, jin, kal û pîr in, li bajarokên nêzîkî Helebê ji alîyê wan çekdarên Îslamî ve hatine kuştin.

Rojnamevan Zekî Şêxo, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de li ser êrîşên Cebhet el Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Sûrîyê dipeyîve û armanca wan komana şîrove dike.

Birêz Şêxo dibêje, jiber ku Kurd ji xwer re rêya sisêyan bijartin û sazî û dezgehên xwe ava kirin, ew yek dibe nerazbûna opozîsyona Erebî. Loma jî bi hemî hêza xwe berê xwe didin Kurdan ku destketinên wan hilweşînin.

"Yên ku di qada şer de nikarin YPG'ê têk bibin, li ser navê ola Îslamê êrîşa Kurdan dikin û bi sedan kes qir dikin."

Şêxo bang li hemî partîyên Kurdan dike ku ji hesabên biçûk dûr bisekinin. "Bila dengê xwe bigehînin xuşk û birayên xwe yên li welêt jiber ku neyarên me gelê Kurd ji xwe re hedef digirin, ne tenê partîyekê."
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:38 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG