Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy dijî dagirkirina gumankirî ya Rûsya banga yekîtîya neteweyî kir.
Zelenskiy di ser vîdeoyekê re got ‘’Dibêjin ewê di 16’ê Sibatê de êrîş bikin, emê wê rojê bikin roja yekîtîya neteweyî.’’
‘’Bo tevgera leşkerî demekê dibêjin û hewil didin me bitirsînin. Di 16’ê Sibatê de emê alên xwe hildin, pankartên zer û şîn rakin û yekîtîya xwe raberî cîhanê bikin.’’ Zelenskiy got.
Karbidestên hikûmeta Ukrayna dibêjin, Zelenskiy ne li bendê ye ku Rûsya sibê Çarşemê êrîş bike û bi guman li nûçeyên di medya de dinêre.
Serokomarîya Ukrayna bang li welatîyan kir ku sibê Çarşemê li hemî gund û bajaran alan li dar xin û bi saeta herêmî di 10’an de sirûda neteweyî bibêjin.