Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy hişyarî da ku Rûsya dikare li Ukrayna çekên kîmyayî bi kar bîne.
Zelenskiyy di peyama xwe ya vîdyoyî ya şeva Duşemê de got ku ew îhtîmala karanîna çekên kîmyayî bi cidîyeta herî mezin dinirxînin.
Lê, wî eşkere nekir ku çekên kîmyayî heta niha hatine bikaranîn yan na.
Roja Duşemê raporên nepiştrastkirî hebûn ku li bendera Mariupolê ya li başûrê Ukrayna, çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
“Ez dixwazim rêberên cîhanê hişyar bikim ku îhtîmala karanîna çekên kîmyayî ji alîyê artêşa Rûsî ve berîya niha hatibû gotûbêj kirin. Jiber vê yekê, pêdivî ye ku hember êrîşa Rûsya bersîvdaneke tund û lezgîn hebe."
Zellenkyy bi berdewamî bang li welatên Rojavayî kir ku toleyên ser Rûsya berfirehtir û tund bikin da ku xeterîya karanîna çekên kîmyayî were asteng kirin.
"Dem hatiye ku ew tole bi rengekî wiha werin danîn ku em careke din karanîna çekên komkujîyê ji hêla Rûsya ve nebihîsin."
Zelenskyy dîyar kir ku ragihandina ambargoya petrolê ya dijî Rûsya pêdivî ye.
"Her pakêteke nû ya toleyên ser Rûsya ger bandorê ser petrolê neke, wê li Moskowê bi ken û henekî were pêşwazî kirin,"Zelenskyy got.