Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelensky Serdana Erebistana Saûdî Dike û bi Mihemed Bin Selman re Dicive


Serdana Zelensky ya Erebistana Saûdî
Serdana Zelensky ya Erebistana Saûdî

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Serokomarê Ukraynayê li ser platforma Telegramê hat weşandin, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro Sêşemê di serdaneke 'kar' de çû Erebistana Saûdî da ku bi Cîgirê Prens Mihemed Bin Selman re hevdîtin çêke.

Zelensky ragihand ku mijarên sereke yên ku dê di hevdîtinan de werin gotûbêjkirin, çarçoweya pêkanîna aşitiyê ye, ku ji hêla Kîev ve ji bo bidawîkirina dagîrkarîya Rûsiyê hatî çêkirin, û bi armanca ku êxsîr û derbiderên şer vegerin ser mal û warên xwe.

Zelensky piştî hevdîtina bi Cîgirê Prens Mohamed Bin Salman re peyamek di platforma X'ê de weşand û got "Ji bilî petrol û çekan, li dor mijara demokrasiya hilbijartinan jî axaftin hat kirin. Mihemed Bin Selman Al Saûd tecrûbeya xwe ya di wî warî de bi min re parve kir."

Ukrayna bi nûnerên dehan welatan re hevdîtin derbarê şêwazê aştiyê çêkirin gelek gotûbêj û hevdîtin bo wê mebesê encam dan.

Kîev hêvî dike ku di bihara îsal de bi beşdariya rêber û nûnerên wan welatan lûtkeya aştiyê li welatê Swîsra were lidarxistin.

Zelensky di daxuyaniyê de wiha got, "Em niha pir nêzîkî lidarxistina yekemîn lûtkeya aştiyê ne û em pişta xwe bi berdewamiya piştgiriya Erebistana Saûdî rast dikîn."

Berî niha Erebistana Saûdî navbeynkarî kirbû dema pevguhertina êxsîrên şer di navbera Ukryana û Rûsya de pêkhatî.

Zelensky got ku ew piştrast e ku civîna wî ya roja Sêşemê di wî warî de "dê bi encam û berhemdar," be.

Jêder: Reuters/X

XS
SM
MD
LG