Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê ragihand ku Rûsya êrîşên xwe yên muşekî didomîne.
Zelenskyy dîyar kir ku hêzên Rûsî herî dawî bi muşekan êrîş birine ser Kramatorsk ya li rojhilata Ukrayna.
‘’Muşekeke Rûsya li navenda bajêr ket, 1 kes mir û 3 kesên din jî birîndar bûn û 6 avahî jî zarar dîtin,’’ Zelenskyy got.
Wêneyên ku Zelenskyy weşandin nîşan didin ku polîs û tîmên rizgarkirinê li ber avahîyeke sêqatî dixebitin.
Kramatorsk li rojhilata Donestk e, hin herêmên li derdora wê di destê wan cudaxwazan de ne ku Kremlîn piştgirîyê dide.
Jêder: AFP