Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê got ku hêzên Ukraynî bo kontrola Bakhmut ya li rojhilat welêt heta ku ji destê wan tê şer bikin.
Zelenskyy piştî hilcivîna bi karbidestên payebilind yên Yekîtîya Ewrupa (YE) re preskonferanseke li dar xist.
‘’Ti kes Bakhmutê nade. Heta ji destê me were emê şer bikin. Em Bakmutê wek keleha xwe dibînin’’ Zelenskyy got.
Wî dîyar kir ku eger hêzên Ukraynî çekên dûravêj werbigirin ewê karibin kontrola Bakhmutê di destê xwe de bigirin û Donbas ya dagirkirî azad bikin.
Leşkerên Ukraynî dibêjin Bakhmut bûye navenda berxwedana Ukrayna ya dijî Rûsya.
Hêzên Rûsî dîyar dikin ku wan Bakhmut ji çend alîyan ve hatiye dorpêç kiriye û ewê wî bajarî bistînin.
Jêder: Reuters