Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Agirbesta bi Rûsya re Pêşîya Dîyaloga Sîyasî Venake


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê got ku agirbesteke bi Rûsya re pêşîya dîyaloga sîyasî venake.

Zelenskyy dîyar kir ku ger agirbest çêbe, ewê jibo Rûsya derfet ava bike ku çek û kelûpelên xwe yên leşkerî yên li herêma şer xurt bike.

Wî got ku Rûsya bi Îranê re ser kirîna muşekan bazarê dike û hêzên Rûsî ji Koreya Bakur pirtir ji 1 mîlyon gule kirîne.

Serokê Ukraynî jibo destxistina piştgirîyan derketiye gera welatên Baltikê û ew îro li Estonya danûstandinê dike.

Zelenskyy do Çarşemê jî jibo danûstandinên ser endamtîya Kîevê ya li NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) li Lîtvanya bû.

Şerê Rûsya û Ukrayna nêzî sala xwe ya duduyan dibe û Kîev ser gumana dirêjbûna şer bang li hevbendên Rojavayî dike ku zêdetir piştgirîya leşkerî û diravî bidin.

NATO do Çarşemê ragihand ku ewê piştgirîya leşkerî û aborî ya jibo Ukrayna bidomîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG