Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Serdana Fînlandîya Dike


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê serdana Fînlandîya dike.

Zelenskyy dê bi rêberên welatên Nordîk re ser peywendîyên bi Ewrupa û şerê bi Rûsya re danûstandinan bike.

Serokomarîya Fînlandîya ragihand ku Zelenskyy dê bi serokomarê welêt Sauili Niinisto re hevdîtineke dualî çêke.

Di hevdîtina berfireh de rêberên Norweç, Danîmarka û Îzlanda jî dê beşdarîyê li civînê bikin.

Li gor ragihandina serokomarîya Fînlandîya, mijarên civînê wê piştgirîya jibo Ukrayna, peywendîyên Kîevê yên bi NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) re bin û hewildana aştîyê bin.

Serdana Zelenskyy ya li Fînlandîya piştî tedbîrên ewlekarîyê yên berfireh hat ragihandin.

Hêjayî bîrxistinê ye Fînlandîya di rojên borî de bû endama 31’ê ya NATO. Ew welat bi sînoreke dirêj cîrana Rûsya ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG