Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Ser Gurbûna Şerê li Enîyên Rojhilat, Serdana Kharkivê Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê ser gurbûna şerê li rojhilata bakurê welêt serdana Kharkivê kir.

Zelenskyy li bajarê Kharkivê bi leşkerên payabilnd re kom bû û bi wan re ser êrîşa muşekî ya dawî ya Rûsya, ku di encamê de 7 kes hatibûn kuştin, axifî.

‘’Ez îro li Kharkivê me. Min bi taybetî ser operasyonên berevanîyê yên li herêma Vovchanskê û çêkirina binesazîya enerîyê ya ku zarar dîtiye danûstandin kirin.’’

Wî dîyar kir ku Kharkiv, ku bi qasî 1,3 mîlyon kes lê dijîn û binesazîya wê ya enerjîyê zarareke mezin dîtiye, hêjayî rêzdarîyê ye û ew jibo wê minetdar in.

Hêzên Rûsî 10’ê Gulanê li hêla Kharkivê dest bi operasyonan kirin û û ber bi Vovchansk û Lyptsi pêşve çûn.

Fermandarê payabilind yê Ukrayna Oleksandr Syrskyi dîyar dike ku hêzên Rûsî li Vovchanskê ketine bataxê û li nêzî Lypsti jî ketine pozîsyona berevanîyê.

Rûsya dibêje jiber ku Kîev êrîşan dibe ser Belgorod ya li nêzî sînor ew dixwaze li nêzî Kharkivê herêmeke tampon çêke.

Moskow pir caran ji herêma Belgorodê êrîşên esmanî dibe ser Ukrayna.

Kîev dibêje Moskow dixwaze ku bi êrîşên li herêma Kharkivê hêzên Ukraynî yên li rojhilat bide vekişandin.

Kharkiv, ku bajarê mezin yê duyê yê Ukrayna ye û 30 kîlometreyan dûrî sînorê Rûsya ye, bi êrîşên muşekî û dronî re rûbirû maye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG