Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy jibo Danûstandinên Ser Piştgirîyê Serdana Lîtvanya Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê ragihand ku ew jibo danûstandinan derbazî Vilnius ya paytexta Lîtvanya bûye.

Zelenskyy ji X’ê got ku ewê li Vilniusê beşdarîyê li konferansekê bike û bi rêberên Ewrupî re bicive.

Rêberên jimareke dewletên Ewrupaya Navîn, ku di nav de Polonya, Komara Çek û Romanya hene, wê li Vilniusê beşdarî li Hilcivîna Sê Deryayan bikin ku çaverê ye şerê li Ukrayna mijara serekê ya hilcivînê be.

Zelenskyy wê berê bi Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda re bicive û li ber e ku her du rêber peymaneke ewlekarîya dualî îmza bikin.

Rêberê Ukraynî dîyar kir ku ew dixwazin ku sîstema berevanîya xurt bikin û piştgirîya navneteweyî ya jibo Kîevê pêşve bibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG